Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Çînê Wang bi Hevtayê Xwe yê Ukraynî re Peyîvî


Wang Yi

Ajansa Reuters ragihand ku Wzîrê Derve yê Çînê Wang Yi bi telefonê bi hevtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Kuleba re peyîvî.

“Şer di dawîya dawîyê de diqedin. Xala girîng ew e ku mirov ewlehêyeke mayînde li Ewrupa bi cîh bîne,” Wang di daxuyanîya nivîskî de gotiye.

Axaftin li ser daxwaza alîyê Ukraynî pêk hat û ji 1ê Adarê vir ve cara yekê ye her du alî diaxifin.

Kuleba di 1ê Adarê de ji Çînê xwestibû hêza xwe ya ser Rûsyayê bixebitîne ku Moskow dawî li dagirkirina axa wê bîne.

XS
SM
MD
LG