Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn û Canada Huşdariyê Didin li dor “Bandora Mezin”a Pilana Trump a Bacan


Çînê huşdarî da li dor “bandora mezin” li ser bazirganiya cîhanî, eger serokê Amerîka Donald Trump pilanên xwe pêk bîne û bacên 25 ji sedî bisepîne ser madeya pola û 10 ji sedî li ser berhemên Alumînyom.

Wang Hejun, serokê nivîsîngeha bazirganî û vekolînan di wezareta bazirganiya Çînê de, di daxuyaniyekê de got ev bac(tarîf) dê “bi awakî tund ziyanê bigihînin mekanîzma bazirganiya hevbeş a Rêxistina Bazirganiya Cîhanî û her wiha dê bandorê bidin ser pîvanên bazirganiya navnetewî.”

Berpirsê Çînî got:

“eger pîvanên dawî yên Amerîka ziyanê bigihînin berjewendiyên Çînê. Dê Çîn li gel welatên din kar bike ji bo parastina maf û berjewendiyên xwe.”

Di heman demê de, serokwezîrê Canada Justin Trudeau got pilanên Trump ên bacan “qet nayên pejirandin”

Trudeau doh Înê got ew amadeye “berevaniya pîşesaziya Canada” bike.

Canada jêdera Amerîka ya herî mezin e di berhemhênana herdû madeyan de.

XS
SM
MD
LG