Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Pêwendîyên Wê û Amerîka li ser “Çaterêyeke nû” Ne


Dîplomatê mezin ê Çînê Wang Yi di şîroveyeke fermî de îro Şemîyê got ku pêwendîyên Çînê bi Amerîkayê re gihîştina “çaterêyeke nû” û dibe ku vegerin ser rêya rast, piştî demeka “ dijwar a bêhempa”.

Pêwendîyên herdu mezintirîn abûrîyên cîhanê rastî girjîyan hatibûn, li dor bazirganîyê, mafên mirovan û jêdera COVID-19. Amerîka, herî dawî bi dehan kompanîyên Çînê bi girêdana bi leşkeran tawanbar kirin û ew xistin nav lîsta reş.

Wang, rawêjkarê dewleta Çînê û wezîrê derve, di hevpeyvîneke hevbeş li gel ajansa nûçeyan Xinhua û hin dezgehên medyayî yên din de, got ku siyasetên dawî yên Amerîka di derbarê Çînê de ziyan gihandibûn berjewendîyên herdu welatan jî û cîhan xistibûn bin metirsîyeke mezin.

Lê nuha herdu alîyan derfeteke nû heye ji bo” vekirina pencereyeke nû ya hêvîyê” û destpêkirina gereke nû ya diyalogê, li gor Wang.

Bi awayekî berferh pêşbîniya wê yekê dibe ku hilbijartina Joe Biden wek serokê Amerîka, dê pêwendîyên Waşinton û Bêjînê baştir bike, piştî çar salên bilinbûna girjîyan di dema serokayetîya Donald Trump de.

Meha borî, Wang gotibû ku ew hêvî dike hilbijartina Biden rê veke li pêş siyaseta "aqilmend" a Amerîka ber bi çînê de.

XS
SM
MD
LG