Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Ewê Dijî Toleyên Amerîka Berevanîya Kompanîyên Xwe Bike


Wezareta Bazirganî ya Çînê îro Duşemê dîyar kir ku ew bi tundî dijî wan toleyan e ku Amerîka jiber sedemên ser Rûsya dijî kompanîyên Çînî ragihandine.

Li gor daxuyanîya wezaretê, ku li ser malpera wê hat weşandin, Çîn wê berevanîya mafên rêwa kompanîyên Çînî bike û jibo berjewendîyên wan tevbigere.

Rêvebirîya Washingtonê roja Înê ragihand ku ew jiber piştgirîya şerê Rûsya yê li Ukrayna kiryarên bazirganî yên 93 kompanîyên Rûsya, Çîn, Tirkîye, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb, Qirgizistan, Hindistan û Koreya Başûr sînordar dike.

Biryara ser sînordarkirina bazirganîya kompanîyan rojek berî salvegera duyê ya şerê Rûsya û Ukrayna hat ragihandin.

Bi biryarê ji Çînê 8, ji Rûsya 63, ji Tirkîyê 16 û ji Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb jî 4 kompanî nikarin ber bi Amerîka ve veguhestinê bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG