Mezinê dîplomatên hikûmeta Çînê Wang Yi, îro Şemiyê di çarçoweya serdana xwe ya welatê Slovanya de, got qonaxa yekem a rêkaeftina bazirganî di navbera Amerîka û Çînê de, ew nûçeyeke baş e, ji bo hemiyan û wê seqamgiriyê ji bo bazirganiya cîhanî dabîn bike.
Wî her wiha anî ziman ku hîn gelek pirsgirêk di navbera herdû welatan de hene ku divê bêne derbirîn.
Demekê berê vê hefteyê, Waşington û Bêjînê erê kir li dor pîvanên qonaxa yekem a rêkftineka bazirganî, ku bacên gumrigê yên Amerîka li ser berhemên Çînê kêm kirin, li beramber bilindkirina asta kirîna berhemên Amerîkî ji aliyê Çînê ve.
Li gor wezîrê derve yê Çînê Wang Yi, wê rêkeftin alîkar be di vegerandina baweriyê de bo abûriya cîhanê.
Wang got:
“Çîn qet bawer nake ku bilindkirina bacên gumrigê ew riyeke rast e…ji ber ku di şerê bazirganî de, kesekî serkeftî nîne.”