Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Nakokîyên AKP û CHP li Tirkiyê


Duberî û nakokîyên di anvbera partîya Gel ya Komarî CHPê ku mezintirîn partiya opozisyon e û partîya desthilatdar AKPê de roj bo rojê ber bi zêdebûnê ve diçin.

Piştî ku roja Şemiyê serokê şaredarîya Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana bajarê Diyarbakir(Amedê) kir û bi şaredarên HDPê re yên hatine dûrxistin civîya, roja Sêşemê Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu roja Sêşemê gef li bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu kirin û gote Îmamoglu"“Nezano. Cîhê xwe û sînorê xwe bizane".

Nakokî û duberiyên di nava her du partiyên mezin yên Tirkiyê de, di bernama "Hello Washington" bi mêvanan re hat gotûbêj kirin.

Mêvanên bernamê Faysal Dagli çavdêr û şirovekarê pirsên Tirkiyê û Herêmê ji Almanya û Mohamed Zahid Gul şirovekar û çavdêrê pirsên Rojhilata Navîn ji Tirkiyê.

Faysal Dagli - Şirovekar û Çavdêrê Pirsên Tirkiyê û Herêmê
Faysal Dagli - Şirovekar û Çavdêrê Pirsên Tirkiyê û Herêmê


Pêşî Daglî got"Di hilbijartinên dawîyê û di her sê salên bûrî de eşkerebû ku hikûmeta Tikiyê, hikûmeta AKPê nikare Tirkiyê birêve bibe".

Dagli herwiha dibêje, tiştek nemaye bi navê AK Partî, tenê Recep Tayyip Erdogan heye, ew êdî bi tena serê xwe û bi awayek otokratîk biryaran dide, her tişt dixe destê xwe heta pirsên lokal jî ew biryar dide, êdî Tikiye rizyaye û Erdogan dixwaze weke Putîn û bloka Avrasiya bike yên ku demokratî qet lê tu neye.

Faysal Daglî dîsan da zanîn ku, li gur mediya Tirkiyê û biryarên dadgehan heta niha doz li 17 hezar kesan hatîye vekirin jiber ku bi dîtina desthelatê wan bi her awayek hebe heqaret Erdogan serokê dewletê kirine.

Mohamed Zahid Gul Çavdêr û Şirovekarê Pirsên Rojhilata Navîn
Mohamed Zahid Gul Çavdêr û Şirovekarê Pirsên Rojhilata Navîn


Şirovekar Mohamed Zahid Gul, derbarê pirsa aloziyên di navbera her du partî û di nava AKPê bixwe de hene û plana avakirina partîyek nû ji aliyê cûdakarên di nava AKPê de got "Partiya nû ya ku dê bihê avakirin dê şêwazek nû yê partiya Dadwerî û Geşepêdanê AK Partî be, û min ne bawere xwe nêzîkî CHPê bike".

Zahid Gul derbarê gotinên damezrêner û berpirsê di asta bilind de yê AKPê Ahmet Davutoğlu yên derbarê "defterên terorê" de got "li gur baweriya min Ahmet Davutoğlu behsa terora navxwe dike, pirsa bi Partiya Karkerên Kurdistan PKKê re, wek dizanin pêvajoya aşriyê hebû, lê ew proses hat derbe kirin ji her du aliyan de".

please wait

No media source currently available

0:00 0:26:09 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG