Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê CHP'ê Tanrikulu û Bahçelî Ser Danûstandinên Dawî yên Aştîyê Peyivîne

Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Amedê Sezgin Tanrikulu dîyar kir ku ew û Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) bi rêka telefonê axifîne.

Tanrikulu ji X’ê dîyar kir ku wî û Bahçelî ser qonaxa nû ya Tirkîyê danûstandin kirine.

Wî got ku wan ji hevdu re piştrast kiriye ku divê herkes di peyvajoya nû de li gor berpirsîyên xwe tevbigere û piştgirî bide.

Bahçelî, ku ev demek e nexweş e, piştî banga Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan ya ser çekberdanê bi rêka telefonê bi sîyasetvanên Kurdan yên wek Ahmet Turk, Tuncer Bakirhan, Pervîn Buldan û Selahattîn Demîrtaş re peyivîbû.

Peyvajoya nû ya li Tirkîyê meha Cotmehê bi banga Bahçelî ya di komcivîna MHP’ê de destpê kir.

Di komcivînê de, Bahçelî bang li Ocalan kir ku bi şertê dawî li PKK’ê bîne di komcivîna DEM Partî de biaxîfe û serî li mafê hêvîdarbûnê bike.

Piştî banga Bahçelî, Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bi Ocalan re, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ye, danûstandin kirin û wî banga çekberdanê kir.

PKK ser banga Ocalan agirbest ragihand û dîyar kir ku ewê li gor wî tevbigere.

DEM Partî wê hefteya pêş bi CHP’ê û hin partîyên din re ser banga Ocalan û agirbesta PKK’ê hin danûstandinan bike.

Jêder: Gazete Duvar

This item is part of
XS
SM
MD
LG