Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Wê Kongreya Xwe ya Mezin di 4-5'ê Mijdarê de Çêbike


Partîya Gel ya Komarî (CHP), ku li Tirkîyê rikeberîya serekî ye, biryar da ku 4-5’ê Mijdarê civîna xwe ya asayî li dar xe.

CHP jiber encamên hilbijartinên meha Gulanê ketiye nîqaşên navxweyî.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu tevî têkçûnê jî biryar da ku seroktîyê bidomîne û li hember wî di partîyê de daxwaza guherînê jî didome.

Kiliçdaroglu di civîna îro Sêşemê de dîyar kir ku ew nabêje ku şaşîyên wan çênebûne, lê got ku banga guherînê ya hema li dû hilbijartinê ne rast e.

Wî got ku divê ew êdî ji nîqaşên navxweyî dûr bikevin û bala xwe bidin ser meseleyên Tirkîyê.

Li hember seroktîya Kiliçdaroglu, berbijarê endamên guherînê dixwazin Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel e.

Çaverê ye CHP 4’ê Mijdarê serokê nû û 5’ê Mijdarê jî meclîsa partîyê ya bi 60 endam hilbijêre.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG