Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP'ê Ozel Serdana DEM Partî Kir


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel serdana Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) kir.

Ozel piştî serdanê dîyar kir ku danûstandina û dîyaloga di navbera partîyan de yek ji şertên aştîya civakî û demokrasîyê ye.

‘’Em ser Tirkîyê û cîhanê axifîn. Ez dikarim bibêjim ku hevdîtineke baş û avaker bû. Di peyvajoyên pêş de wê dîyalog û danûstandinên me bidomin.’’

Wî got ku ew bawer dike ku wê dîyalog û danûstandin jibo demokrasîya Tirkîyê kêrhatî bin.

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan jibo serdanê spasîya Ozel kir.

Bakirhan got ku partî bi dîyalogê kêşeyan çareser dikin û dîyar kir ku divê partîyên rikeberîyê danûstandinê bikin.

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari jî got ku wan bêrîya dîyalogê kiriye û dîyar kir ku jibo çareserîyê divê danûstandin hebe.

Hatîmogullari dîyar kir ku di dîroka Tîrkîyê de partîyên sîyasî bi hev re zêde nedane û nestandine.

Wê got ku ew hêvî dike ku hemî partîyên sîyasî yên Tirkîyê di demên pêş de jibo pêşketina demokrasîyê rêkên dîyalogê vekirî bihêlin û ew bi hev re pêşve herin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya

XS
SM
MD
LG