Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP'ê Dibêje Demokratên Kurd û Tirk Dijî AKP'ê Dicivin


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel got ku divê êdî hemî demokratên Tirkîyê li hember desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li hêlekê kom bibin.

Ozel di mîtîngeke hilbijartinê de dîyar kir ku Kurd, Tirk, Elewî û Sunîyên welêt tev tifaqeke bi navê ‘’Tifaqa Tirkîyê’’ çêkirine û piştgirî didin CHP’ê.

‘’Di tifaqa Tirkîyê de demokratên neteweperwer jî hene demokratên konservatîf jî. Kurd, Tirk, Elewî, Sunî, li vî welatê xweş kî hebe di tifaqa Tirkîyê de ye.’’

Wî dîyar kir ku desthilata AKP’ê li şûna ku mizgînîyên ser hêvîyê bide, tirs û xofa li welêt mezintir dike û divê ew di hilbijartinên herêmî de wê partîyê rawestînin.

Ozel got ku di dewra AKP’ê de li welêt xizanî zêde bûye û da zanîn ku ji her 4 gêncan 3 dixwazin ku ji welêt derkevin û herin welatên bîyan.

Serokê CHP’ê dîyar kir ku li gor lêkolînan 62 ji sedê gêncên Tirkîyê jiber aborîya xirab bi gazinc in û got ku ew dizanin ku ewê bi ciwanan di hilbijartinên herêmî de bi ser kevin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê li Wanê gotibû ku muxalefeta CHP’ê ne ti muxalefet e û dîyar kiribû ku helwesta wê zararê dide welêt.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG