Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Dixwaze Kongeya Awarte Pêk Bîne Lê Dengên Cûda Hene


Climate change activists dressed as world leaders, are seen during a demonstration in the Clyde Canal, during the COP26 summit in Glasgow, Scotland.
Climate change activists dressed as world leaders, are seen during a demonstration in the Clyde Canal, during the COP26 summit in Glasgow, Scotland.

Partîya Gel ya Komarî CHP'ê, careke din jibo serokê giştî yê partîyê di lêgerînê deye.

Piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê, navên nêzîkî namzedê serokomarîyê Muharrem İnce, jibo hilbijartina serokê giştî yê partîyê kongreya awarte dixwazin.

Ji bo vê yekê, nûnerên CHP’ê yên di opozîsyonê de cih digrin jibo kongreya awarte ya bi navê “Guhertin û Hêvî” dest bi komkirina îmzeyan kir.

Li gorî daxuyaniyên di nava partîyê de yên nêzîkî Înce jibo kongreyê hejmara îmzeyan bes e.

Li gorî qanûna CHP, jibo kongreya awarte îmzeyên nîvê delegeyan hewce dike. Ev hejmar ji 625 e.

Parlementerê CHP yê Bilecik’ê Yaşar Tuzun jibo Dengê Amerîka axaft. Yaşar Tuzun diyar kir ku hejmara îmzeyan jibo kongreya awarte tên komkirin. Heta roja duşemê seat 17.30’an komkirina îmzeyan dewam dike.

Tuzun jibo hilbijartina serokê nû yê partiyê ji got, “Me îmzeyên xwe dan û em li pişt îmzeyên xwe ne. “Delegeyên partîyê yên qerarê bidin. Gelo serokeke nû an ji serokê berê yê bê hilbijartin.”

Tuzun jibo nîqaşên di nava partîyê de ji got, “Di nava sîyasetê de ev tiştek normal e. Herkes fikrên xwe tînin ziman. Serokên bajaran daxuyanîyek dan. Lê serokên navçeyan daxuyanîyeke din dan”

Hin CHP’î jî jiber ev mîjar bi taybetî li ser medyaya civakî tên nîqaşkirin ne razîne.

Serokên 59 bajaran yên CHPî, li Enqere daxuyaniyek hevbeş dan çapemenîyê. Serokê CHP yê Enqereyê Rıfkı Gûvener got, Di medyaya civakî de jibo konngreya awarte komkirina îmzeyan zerarê dide partiya me.

Guvener di berdewama axaftina xwe de got. “Îktîdar dixwaze rejîma rewşa awarte ya daîmî ava bike, û kiryarên dikin ji li holê ye. Pevajoyek wisa de kongreya awarte yê tenê rejîma yêk mirovî memnun bike.”

Serokê giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ji, piştî serdana Serokê Meclîsa Tirkiyê Bînalî Yildirim, axaft Kılıçdaroğlu îmze komkirina jibo kongreyê şirove kir û got, "Heke jibo kongreya awarte îmze hatîne komkirin bila bînin, Navenda Giştî ya partîyê di cihê xwe de ye."

Li CHP’ê jibo kongreya awarte îmze tên komkirin, lê hata niha Muharrem Încê bêdeng e.

Tê îdîa kirin ku Muharrem Înce bi delegeyên îmzê komkirinê re koordînasyonek ava kiriyê û “Manîfestoya Guhartinê” amade dike. Ji ber vê yekê, Înce gelek caran bi van delegeyan re tê cem hev. Fikrên wan distîne.

Dîsa, li gor îdîayê, di nava Înce û delegeyan de jibo guhertina nû yê çawa be lihevhatinek çêbû. Bi vê koordînasyona hatî avakirin de yên guhartina nû dixwazin yên çawa tev bigerin

Herî dawî iro 129 parlementeran bi daxuyanîyekê piştgirî dan Serokê CHP Kemal Kılıçdaroglu.

Raporta Mem Botanî 26.07.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG