Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterên CHP'ê Dibêjin Qayum Dijî Qanûna Bingehîn E


Şandeyeka Partîya Gel ya Komarî (CHP) serdana Amedê kir.

Wê şandeyê, ku têde parlamanterên CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, Îbrahîm Kaboglu û Levent Gok hebû, dîyar kir ku qayum dijî Qanûna Bingehîn e.

Îbrahîm Kaboglu got ku qayum bi Rewşa Awarte hatiye çêkirin û Qanûna Bingehîn rê nade wê.

Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag û berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu do Çarşemê ser protokolê li hev kir ku tê de qayum jî hebû.

Sezgîn Tanrikulu dîyar kir ku helwesteke ku hilbijêran ji sindoqan dûr dixe ne rast e.

Tanrikulu got ku armanca wan ya serekî gêrkirina desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan e.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk jî îro Pêncşemê ragihand ku ew dijî qayuman disekinin, lê niha ew dixwazin bala xwe bidin ser têkbirina deshilata Erdogan.

Her du partîyan bang li aliîgirên xwe kir ku bê kêmahî herin ser sindoqan.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG