Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokên Rêxistinên CHP'ê yên li 81 Bajaran bi Daxuyanîyeke Hevbeş Guherînê Dixwazin


Serokên Partîya Gel ya Komarî (CHP) yên li 81 bajarên Tirkîyê daxuyanîyeke hevbeş belav kir.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku ew dixwazin ku di CHP’ê de guherîn çêbe.

‘’Guherîn û veguherîna mayînde ji kesan zêdetir, fikir û prensîp çêdikin’’

Wan serokan dîyar kir ku wan dest bi hazirîya guherînan kiriye û ewê li gor nêrîn û prensîpên xwe tevbigerin.

Serokan got ku ewê jibo CHP’ê bernameyeke demokratîk amade bikin.

Piştî hilbijartinên meha Gulanê di CHP’ê de dengên ser guherînê gurtir bûne.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku yek ji sîyasetvanên herî bi bandor e û navê wî wek serokê giştî derbaz dibe, bi daxuyanîyên xwe yên ser guherînê di rojevê de ye.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu hizira berdana karê xwe nake lê dibêje ku ewê jibo guherînê çi ji dest wî were bike.

Jêder: CHP, Twitter

XS
SM
MD
LG