Partîya Gel ya Komarî (CHP) dîyar kir ku Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi biryara ser destnîşankirina berbijarekî jibo hilbijartina seroktîyê kiryareke normal kiriye.
Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel di Halk TV de got ku HDP’ê bi biryara ser raberkirina berbijarekî pozîsyona xwe ya sîyasî ragihandiye.
‘’Hevnendîyeke din ya HDP’ê heye ku em rêz digirin. Bi hin partîyên çep re tifaqek çêkirine. Ew jî wek tifaqa me hêja ye.’’
Ozel dîyar kir ku di hilbijartinan de dê roleke girîng ya HDP’ê hebe û ew partî dixwaze ku bo dîyarkirina berbijarê Tifaqa Milet razîbûna wê jî hebe.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di dawîya hefteyê de dîyar kiribû ku ku ewê bi partîyên nav hevbendîya wan re berbijarê serokomarîyê dîyar bikin.
‘’Gelo çima HDP berbijar dernexe? Çi cudahîya HDP’ê ji we heye?’’ Emê bo berbijar bi Hevpeymanîya Ked û Azadîyê, tifaqa jinan, hevpeymanîya Kurdan û hevbendîya hêzên demokrasîyê re danûsatandinê bikin," Buldan got.
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê hefteya borî daxwaza ser blokekirina hesabên HDP’ê yên bo alîkarîya xezîneyê bi awayekî demkî pejirandibû û mehek dem dabû HDP’ê ku berevanîya xwe bike.
Jêder: CHP, HDP