Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Dibêje Kiliçdaroglu Wê Serdana HDP'ê Bike


Cîgirê Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel ragihand ku berbijarê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu dê serdana Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bike.

Ozel dîyar kir ku Kiliçdaroglu dê here serdana hemî partîyan û di nav wan de HDP jî heye.

‘’Emê ji hemî hilbijêran dengan bixwazin. Tiştên ku li Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) helal nabe ku li me heram be’’ Ozel got.

Wî ser Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî got ku ew zindanîbûna wî rexne dikin.

Ozel dîyar kir ku ger Demîrtaş û Seroka Partiya IYI Meral Akşener di çarçoveya nezaketê de nîqaş bikin ewê Tirkîye serketî be.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar piştî eşkerebûna berbijarîya Kiliçdaroglu bang li wî kiribû ku bi partîya wan re danûstandinê bike.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê do Sêşemê di nûçeyeke analîzî de ragihand ku hilbijêrên HDP’ê dikarin rengê encama hilbijartinê dîyar bikin.

Jêder: Haberturk, Reuters

XS
SM
MD
LG