Cîgira Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Koza Yardimci jiber peyvajoya dîyarkirina berbijarên bajarvanîyê karvekişîna xwe ragihand.
Yardimci li ser medyaya civakî ragihand ku hişyarîyên wê yên ser dîyarkirina berbijaran nehatine guhdar kirin.
‘’Karên wîjdana rêxistin û hilbijêrên me bi israr birîn kirin dom kirin. Ez nikarim guh nedim bertekên rêxistinên CHP’ê û hilbijêrên me. Berpirsîya min ya serekî jibo wan e.’’
Wê got ku ewê endamtîya li meclîsa partîyê ya CHP’ê bidomîne û bibe berdevika hilbijêran.
CHP’ê peyvajoya dîyarkirina berbijaran di 12’ê Sibatê de qedand.
Hin berbijarên ku li cihên CHP xurt jinûve nehatibûn nîşandan karvekişîna xwe ragihandibûn.
Jêder: X