Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ser girtina rojnamevan Merdan Yanardag bertek nîşan da.
Kiliçaroglu ji Twitterê got ku girtina Yanardag jibo Tirkîyê şerm e.
‘’Rojnamevan Merdan Yanardag bi bîr xist ku hikûmetê çi, çima kiriye û ew ser beşeke gotinên xwe hat girtin, jibo welatê me rûreşîyek e’’
Wî dîyar kir ku divê Yanardag demûdest were berdan.
Berpirsê Giştî yê Weşanê yê televîzyona TELE1 ya Tirkî, Yanardag, ku daxuyanîyên xwe yên derheqa rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû desteser kirin, îro bi biryara dadgehê, bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê” kiriye hate girtin.
Yanardag di axaftina xwe de behsa Ocalan kiribû û gotibû ku di hiqûqê de cîhê tecrîda ser wî tuneye.
Dadgehê îro Sêşemê bi îdiayên "pesandina sûc û sûcdaran" û "propagandaya rêxistina terorê" biryara girtina Yanardag da û ew ji girtîgehê re hate şandin.
Jêder: Twitter