Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP'ê Dema Kongreyên Xwe Ragihand


Partîya Gel ya Komarî (CHP) dema kongreyên bajar û bajarokan dîyar kir.

CHP’ê do Sêşemê biryar da ku dest bi dîyarkirina demnameya kongreyê bike.

Ew partî dê sibê Pêncşemê lîstên endaman hazir bike û çêkirina wan lîstan dê heta 27’ê Hezîranê bidome.

Hilbijartinên delegeyên kongreyên bajarokan dê 3’yê Tîrmehê de destpê bikin û di 30’ê Tîrmehê de biqedin.

Kongreyên bajarokan dê ji 5’ê Tebaxê heta 10’î Îlonê bidomin.

Li bajaran jî kongre dê di 16’ê Îlonê de destpê bikin û heta 15’ê Cotmehê dewam bikin.

CHP’ê piştî ku dawî li kongreyan hat wê dema kombûna giştî ragihîne.

Jêder: CHP, Twitter

XS
SM
MD
LG