Cîgirê Serokê Koma Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel ragihand ku ewê sibê Pêncşemê ser Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu dosyeyekê eşkere bikin.
Ozel dîyar kir ku dosyeya ku ew dê eşkere bikin mezin e.
‘’Suleyman Soylu tu li benda sibê be. Ewê sibê li vir dosyeyek eşkere bibe, dosyeyek mezin’’ Ozel got.
Wî dîyar kir ku di demên wiha de ragihandina dosyeyên wisa xeternak in û got ku bo rewşên taybet wî dosye daye sê hevalên xwe jî.
CHP li meclîsa Tirkîyê partîya rikeberî ya serekî ye û li hember desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) di Tifaqa Milet de ye.
Jêder: Haberturk