Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Dibêje Êrîşa Çekdarî Birine Ser Nûnertîyeka Wê ya li Stenbolê


Seroka Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu dîyar kir ku li Ataşehîrê êrîşa çekdarî birine ser nûnertîyeke wan.

Kaftancioglu ji Twitterê agihand ku li ser afîş û posterên berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu ‘’AKP’’ û ‘’RTE’’ hatine nivîsîn.

‘’Em natirsin, lê li gor min divê hûn bitirsin. Gelek tiştên hûn jê bitirsin hene’’ Kaftancioglu nivîsî.

Walîtîya Stenbolê bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên ewlekarîyê ser bûyerê li 8 bergumanan digerin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku flamayên partîyê hatine qetandin, li ser caman nivîs hatine nivîsîn û du bergumanan jî gule teqandine.

Cîgirê Serokê CHP’ê Onursal Adiguzel bûyer şermezar kir.

Adiguzel dîyar kir hin derdor dixwazin berî hilbijartinê girjîyê gur bikin.

Wî got ku kesên ditirsin ku di hilbijartinê de têk biçin wisa dikin.

Di 6’ê Nîsanê de jî li nêzî avahîya Seroktîya CHP’ê ya li Stenbolê gule hatibûn teqandin û ser bûyerê 1 kes hatibû girtin.

Jêder: CHP, Twitter

XS
SM
MD
LG