Ozgûr Ozel, serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) ya opozîsyona Tirkîyê îro Sêşemê ragihand ku wê ji endamtî û seroktîya partîya xwe vedikişe û ewê partîyeke nû ava bike.
Ozel ev daxuyanî, di axaftinekê de li komcivîna partîya xwe ya heftane ya li parlemana Tirkîye dîyar kir ku 80 parlamenter û gelek revebirên CHP’e amade bûn.
"Îro ez li ser vê kursîyê bi hestên ji yên asayî cuda radiwestim, bi xemgînîya xatirxwestinekê ku dema wê hatibû. Lê em dixwazin bi gel re parve bikin ku em hêvîya destpêkeke nû hildigirin," wî got.
Ozel veqetîna xwe ji CHP’ê û damezrandina partîyeke nû wekî "xalek werçerxanê ya dîrokî" bi nav kir.
"Em hemû di xaçerêyeke dîrokî de ne. Dema her tişt bi dawî be, emê hemû bi hev re bi bîr bînin. Emê zordaran wek zordar û bindestan wek bindest bi bîr bînin, Yên ku dost bûn û yên ku ne dost bûn, û helwestên wan yên di van deman de qet ji bîr nekin," siyasetmedarê Tirk got.
Dadgeheke Tirkîyê di Gulanê de kongreya CHP ya 2023’an, ku Ozel wekî serokê partîyê hilbijartibû, bi îdiaya bêserûberiyan betal kir û li şûna wî, Kemal Kiliçdaroglu serokê berê yê CHP erkdar kir.
Ozel û rexnegiran biryar wekî "derbeyek" siyasî pênase kirin, û piştî vê biryara dadgehê ev demek e bu ku gavek wiha ya Ozle dihat çaverêkirin.
Hikûmet van îdiayan red dike û dibêje ku li Tirkîyê dadwerî serbixwe ye.
Ozel ku bi dûrişmên “her dawîyek destpêkek e" dest bi axaftina xwe kir û pêvajoya hiqûqî ya ku wan piştî biryara betalkirina Kongresa CHP ya 2023’an û zextên qanûnî û siyasî yên ku ew rûbirûne rave kir.
Ozel anî ziman ku veqetîna wî û tîma wî ji CHP’ê “nayê wê wateyê ku ew radestî zextên siyasî dibin, lê ew dest bi awayekî nû yê dijberîyê li dijî Erdogan dikin.”