Seroka Partîya Gel a Komarî (CHP) ya Stenbolê Dr. Canan Kaftancioglu û rêxistinên CHP’ê yên vî bajarî, li ser zamên bênavber yên ji elektrîkê heta gaza xwezayî, ji bacan heta zamkirina buhayên petrolê û rêyan û bi vê yekê ve girêdayî jiber buhabûna jiyanê û xîzanîya gel li 39 taxên Stenbolê daxuyanî dan.
Di daxuyanîyê hat dîyar kirin ku desthilata Erdogan ji bilindkirina zaman têr nabe û hat gotin ku jixwe li Tirkîye qeyrana aborî heye û niha jî bi van zaman qeyrana enerjîyê jî derket holê.
Seroka CHP’ê ya Stenbolê Kaftancioglu jî ser buhabûna jîyanê û xizanîya gel axifî. "Di dîroka komarê de bilindbûna herî mezin a zama elektrîkê hê jî didome, jibo asta yekê ji sedî 52 û jibo asta duyan jî ji sedî 127 zam li elektrîkê hat kirin. Emê bersiva vê zîhnîyeta ku welatîyan di tarî û sermayê de dihêle, li ser sindoqan hilbijartinê bidin.”
Kaftancioglu di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman ku, jiber polîtîkaya bilindkirina zaman, zilm tê kirin û mexdûrên vê talanê dîsa karker, bazirgan û cotkar in.
“Gel li bazaran jiber ku berîkên wan vala ne, nikarin ti tiştî bikirin. Yê zararê dibîne 83 mîlyon welatî ne û lê li beramberî vê yekê qesr û aligîrên wê serdikeve.”
Herwiha Dr. Kaftancioglu bi taybetî ser zamên elektrîkê jî sekinî û dîyar kir ku weke CHP’ê, wan gelek caran ser vê mijarê hişyarî dane hikûmetê û divê bernameyên jibo çareserkirina vê qeyranê werin bikaranîn û wiha axaftina xwe domand.
“Weke ku Serokê me Kemal Kiliçdaroglu gelek caran destnîşan kiriye, divê demildest “Fona Zivistanê” were avakirin û ji vê fonê deynên mirovan xîzan werin dayîn. Herwiha divê zamên elektrîk û gaza xwezayî demildest paş de werin kişandin û dîsa divê bacên ser faturayên gel jî werin rakirin.” Wê got.
Dr. Kaftancioglu di qedandina axaftina xwe de jî anî ziman û got ku “Em li vir careke din soz didin gelê xwe. Emê di desthilatîya xwe de hemî gavên jibo ji holê rakirina qeyrana aborî û qeyrana enerjîyê bavêjin. Emê bi hevre van rojên dijwar li pey xwe bihêlin.”