Li gor encamên dawî yên Ajansa Anadolu diweşîne li Enqere ya paytexta Tirkîyê berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Mansur Yavaş bi ser dikeve.
Ajansa Andadolu dide zanîn ku heta niha 99 ji sedê dengan hatine hejmartin û Yavaş 50.89 ji sedê dengan sitandîye.
Li dû CHP’ê berbijarê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mehmet Özhaseki jî 47.06 ji sedê dengan sitandîye.
Bi vî awayî CHP, li Enqerê piştî 25 salan di hilbijartinên herêmî de bi ser dikeve.
Di sê hilbijartinên berî vê de, AKP her carê bi Melih Gökçek qezenc kiribû.