Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê CHP'ê Înce û Erdogan Kom Bûn


Berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kom bûn.

Înce, piştî hevdîtina bi qasî 40 deqîqe dom kir, dîyar kir ku her duyan bo hilbijartinê ji hevdu re serkeftin xwestine.

Înce, piştî berbijarîya wî hatibû ragihandin dabû zanîn ku ewê bi berbijarên din re hevdîtinan li dar xîne.

Erdogan û Înce li navenda Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ya li Enqerê kom bûn.

Înce, serê sibê jî li Girtîgeha Edîrne serdana berbijarê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş kiribû.

XS
SM
MD
LG