Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Dijî Kuştina Jinan û bo Parastina Mafên Wan Derket Kolanên Stenbolê


Rêxistina Partîya Gel a Komarî (CHP) ya Stenbolê jibo bicîanîna ‘Peymana Stenbolê’ dest bi kempeyna bi navê ‘’Bila Peymana Stenbolê were bicîhanîn, bila jin nemirin’’ kir.

Seroka CHP’ê yê ya Stenbolê Dr. Canan Kaftancioglu di danasîna kempeynê de got ku di nava hefteyekê de 7 jin hatin kuştin.

“Hema hema her roj jin tên kuştin. Emê Peymana Stenbolê bi şaxên jinan, ciwanan û bi hemî revebirên xwe re li hemî kolanan raxin ber çavan û ji hemwelatîyan.”

Kaftancioglu bi bîr xist ku tundîya li ser jinê giheştîye astekê metirsîdar û di 18 salên dawî de herî kêm 7,600 jin hatin kuştin.

“Jimara kuştina jinan di sala 2019’an de herî kêm 474 e. Hejmara kuştina jinan di sala 2020’an de herî kêm 164 e. Li vî welatî, di nava vê hefteyê 7 xwîşkên me hatin kuştin.”

Kaftancioglu herwiha bal kişand ser cîhneanîna ‘Peymana Stenbolê û got ku jiber vê yekê tundîya li ser jinan zêdetir dibe.

“Peymana Stenbolê, tundîyê wek encama newekhevîya navbera jin û mêran dibîne û jibo pêşxistina polîtîkayên wekhevîyê rê nîşan dide. Armanca peymanê ew e ku jinan dijî her cûre tundîyê biparêze.”

Wî bi berdewamî got ku ev peyman bihêzkirina jinan li malê û li her deverên jîyana civakî, wekhevîya zayendî, parastin û piştgirîya mafên jinan dike û %63 hemwelatîyan piştgirî didin wê.

MEB_26_08_20_CHP_Peymana_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

XS
SM
MD
LG