Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Daxwaza Pûçkirina Referanduma Tirkîyê Dike


Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan

Partîya opozîsyona serekî li Tirkîyê, CHP îro Duşemê daxwaz kir ku referandum were pûç kirin, piştî ku îdiayên nerêkî û sextekarî belav bûne.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan got ku jibo betalkirina referandumê tenê rê ye ku nîqaşên ser rêwabûna referandumê û şikên gel yên ser encaman tune bike.

Tezcan da zanîn ku eger pêdivî be, ewê serî li dadgeha qanûnê bidin ku di sîstema nû ya Tirkîyê de êdî Erdogan, bi destnîşankirina endamên dadgehê, kontrola wê bigire destê xwe.

CHP îdia dike ku hejmareke mezin ya dengên neqanûnû hatine karanîn û ew jî encama hilbijartinan referandumê guhertiye.

Encamên nefermî nîşan didin ku referandum bi 51.4 ji sedê dengên “erê” hate pejirandin û encamên fermî li ber e di nav 12 rojan de werin eşkere kirin.

XS
SM
MD
LG