Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Berbijarê Serokomarîyê Eşkere Dike


Serokê CHP'ê Kemal Kılıçdaroğlu li meşa bo edaletê

Partîya Gel ya Komarî (CHP), ku li Tirkîyê rikeberîya sereke ye, îro Înê dê berbijarê serokomarîyê eşkere bike.

Li ber e ku CHP, Parlamanterê Yalova Muharrem Înce wek namzet raber bike.

CHP dê berbijarê xwe ji Salona Sporê ya Ahmet Taner Kışlalı ya Enqerê ragihîne.

Ji partîyên rikeberîyê heta niha tenê CHP’ê berbijarê xwe eşkere nekiriye.

Ji alîyê din ve, li ber e ku CHP, Îyî Partî, Partîya Saadetê (SP) û Partîya Demokrat (DP) di dawîya hefteyê de bo hevkarîya hilbijartina parlamenteran protokolê îmza bikin.

XS
SM
MD
LG