Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê CHP'ê yê Stenbolê: Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê Dê Serketina Me Piştrast Bike


 Ekrem Imamoglu
Ekrem Imamoglu

Berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dîyar kir ku ew bi ser ketiye û di navbera wî û berbijarê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) yê Stenbolê Bînalî Yildirim de 27 hezar û 417 deng hene.

Îmamoglu da zanîn ku li gor daneyên Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) wî 4 mîlyon û 136 û 647 deng, Yildirim jî 4 mîlyon û 109 û hezar 230 deng sitandine.

‘’YSK di demeke nêz de dê dengên me piştrast bike. Em bi baldarî dişopînin û em li bendê ne ku daneyên di 253 sindoqên din de jî hazir bibin’’ Îmamoglu got.

Bînalî Yildirim dabû zanîn ku di hilbijartina Stenbolê de ew bi ser ketiye, lê Ajansa Nûçeyan ya Demirorenê (DHA) ji daneyên YSK’ê radigihîne ku Îmamoglu li pêş e.

XS
SM
MD
LG