Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP: Hemwelatîyên li Stenbolê Dizanin ku Îmamoglu bi Ser Ketiye


Seroka Stenbolê ya Partîya Komarî ya Gel (CHP) Canan Kaftancioglu dîyar kir ku li Stenbolê 97,8 ji sedê dengan hatiye hejmarin û 604 yan 605 sindoq mane.

Kaftancioglu da zanîn ku li gor daneyên li ber destê wan ferqa ni navbera berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamgolu û berbijarê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Bînalî Yildirim 13,963 deng in.

‘’Hemwelatîyên li Stenbolê dizanin ku li Stenbolê Ekrem Îmamgolu bi ser ketiye.’’ Kaftancioglu got.

Wê bi berdewamî dîyar kir ku Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dê biryara jinûve lidarxistina hilbijartinê Stenbolê nede û da zanîn ku Ekrem Îmamgolu dê piştî rojên din destûrnameya bo bajarvanîya Stenbolê bistîne.

Encamên nefermî nîşan didin ku li Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi ser ketiye, lê AKP daxwaza pêdeçûnê dike.

XS
SM
MD
LG