Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Dibêje Ew li Tirkîyê Partîya Herî Xurt E


Rêvebirên Partîya Komarî ya Gel (CHP), ku li Tirkîyê rikeberîya serekî ye, dibêjin ku ew li welêt partîya li pêş in.

Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç ji Twitterê da zanîn ku li gor encamên anketan ew li Tirkîyê di rêza yekê de ne.

Ozkoç eşkere nekir ku ew li gor encamên kîjan anketê di rêza pêş de ne.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî dide zanîn ku ew di anketan de li pêş Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) ya li desthilatê ne.

Lêkolînên ALFê do Yekşemê encamên anketa xwe ya dawî eşkere kiribûn.

Li gor anketa ALF’ê rêjeya dengên CHP’ê 28,3 ji sedê bû û ya AKP’ê jî 27 ji sedê derketibû.

Çaverê ye hilbijartina giştî ya Tirkîyê di 2023’yan de çêbe û hilbijartina ew demek e di rojeva partîyên sîyasî de ye.

XS
SM
MD
LG