Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Benedict Daxwaza Dawîanîna Herikîna Xwînê li Sûrîyê Dike


Papa Benedict XVI.

Di gotarekê de bi helkefta cejna rojbûna Pêxember Îsa, Papa Benedict daxwaza dawîanîna herikîna xwînê li Sûrîyê û destpêkirina danûstandinên aştiya Rojhilata Navîn kir.

Di wê gotarê de roja Yekşembî, Papa Benedict herwiha dûa bo bi sedan hezar qurbaniyên lehiyê li Rojhilata Asya û birçiyên welatên Rojavaya Afrîka kirin.

Bi hezaran kes li meydana St. Peters ya Vatîkanê kom bibûn jibo guhdarîkirina gotara salane ya Papa Benedict.

Rêberê Katolîkên cîhanê herwiha daxwaza tenahiyê bo Îraq, Afganistan û welatên Afrîkayê kir.

XS
SM
MD
LG