Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Dayikbûna Îsa Mesîh, Roja Krîstmis E


Îro Krîstmis anku Noel e û bi mîlyonên mirovên seranser cîhanê dayikbûna Îsa Mesîh pîroz dikin.

Roja Krîstmis ji alîyê bawermendan ve wek rojeke olî û çandî tê pîroz kirin û gelek kesên ne Kristîyan jî vê roja taybet pîroz dikin.

Ev roja girîng li Amerîka û gelek welatên cîhanê wek roja behnvedana fermî ye, loma ofîsên hikûmetê, xwendingeh û herwiha firoşgeh girtî ne.

Di vê rojê de Amerîkî serdana hezkirîyên xwe dikin û bo hevdu dîyarîyên hêja pêşkêş dikin û dayikbûna Îsa Mesîh bi awayê herî dilşad pîroz dikin.

Krîstmis taybetî jibo zarokan rojeke girîng e jiber ku gelek ji wan li bendê ne Bavo Noel anku Santa Claus ji wan re dîyarîyên rengûreng bîne.

Em jî Krîstmisa hemî guhdar, temaşevan û xwendevanên xwe pîroz dikin.

XS
SM
MD
LG