Wezîrê Berevanî yê bi wikalet ê Amerîka Christopher Miller di nameya xweya yekê ya jibo wezaretê de, di derbarê şerekî cîhanî yê bi pêşengîya Amerîka de, şêwazek nakok bikar anî.
Ev nameya di nav fikarên ku dibe ku di hefteyên dawîn yên seroktîya Donald Trump de di derbarê guhertinên mezin yên sîyaseta berevanî de derkevin holê, hat.
"Ev şer neqedîyaye. Em li ber têkbirina el-Qaide û hevkarên wê ne, lê divê em ji xeletiya xweya stratejîk a berê dûr bikevin da ku em bikaribin şer bidawî bikin." Miller di nameyeke roja Înêyê nivîsand.
“Em rûbirûyê dijwarîyan bê man; me her tiştê xwe da wê. Niha, dem dema hatina malê ye,” Miller bi berdewamî nivîsand.
Pispor, digel karbidestên leşkerî yên niha û berê, jiber şûna Wezîrê Berevanî Mark Esper erkdarkirina Miller ya vê hefteyê fikarên xwe tînin ziman.
Herwiha pispor hişyar dikin ku ev bûye sedema têgihiştina bêaramîyê û dikare bibe sedema gavên lezgîn yên siyaseta leşkerî.
Bradley Bowman, rêveberê payebilind yê Navenda Hêza Leşkerî û Siyasî ya koma lêkolînê Weqfa Parastina Demokrasiyan (FDD), ji Dengê Amerîka re şîrove kir.
"Di nav mehên du mehên bê de, ji me re rêberên Pentagonê yên ku amade ne hemberî her ramanên xirab yên ji Qesra Sipî bisekinin, hewce ne û herwiha bi tîma veguhêztinê yê serokê hilbijartî Joe Biden re ji nêz ve bixebitin," Bradley got.
Daxwaza Serok Trump ya vekişandina tevahîya 4.500 leşkerên Amerîkî yên li Afganîstanê ku li dijî El Qaide û komên din yên terorê şer dike da ku heremeke ewle ava bike , bûye sedemên fîkar û nîqaşan.
Şêwirmendê payebilind yê Miller yê nû hatîye destnîşankirin, Douglas McGregor, banga vekişîna tevahîya hêzên Amerîka ji Afganistanê û girtina Balyozxaneya Amerîka yali Kabul kir.
Hejayê balkişandinêye ku meha borî, Trump di tweetêke de ragihandibû ku divê Amerîka leşkerên xwe, yên li Afganîstanê, heta Sersalê vegerîne malên wan.
Piştî demek kurt, şêwirmendê ewlehîya neteweyî yê Trump got ku tweeta serok ku hemî leşkerên Amerîkî divê ji 25'ê Mijdarê pê ve werin mal ji bilî fermanek leşkerî, "daxwazek" bû .