Qiral Charles III yê Brîtanî di axaftina xwe ya yekê de îro Înê soz da ku ewê rêka Qiralîçe Elizabeth ya xizmeta heta dirêjîya jînê berdewam bike.
“Çawa ku qiralîçe bi ruhekî fêdakarî xizmetî we kir, ez jî ji dil soz didime we ku hemî dema ku xwedê bibexşîne min, ezê prensîbên destûrî bi cîh binim.”
Charles, ku 73 salî ye û piranîya jîna we bi amadebûna jibo rêvebirina Brîtanya borandîye, ji girseyeke mezin re peyîvî, ku jibo şîngirtina dayika wî Qiralîçe Elizabeth civîbûn.
Wî got ku ew bi mirina dayika xwe pir xemgîn bûye û ew jibo wî û malbata wî tim bûye mînakeke delal û çavkanîya îlhamê.
Axaftina Charles, ku li Katedrala pêk hat û di televîzyonê de bi zindî hate weşandin, merasîma bîranîna qiralîçeyê bû ku dora 2,000 kes beşdar bûbûn. Di nava mêvanan de Serokwezîr Liz Truss û karbidestên hikûmeta wê û bi sedankesîtîyên navdar hebûn.
Hêjayî bîrxistinê ye ku jiber mirina Qiralîçe Elizabeth s10 roj şîna fermi hatiye ragihandin û li balyozxaneyên Brîtanî yên li seranser cîhanê rêzgirtina wê tên encamdan.