Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanê Êrîşa Hember Dêrê bi Kuştinkarî Tê Tawanbar Kirin


Karbidestên Amerîkî hember bergumanê spî Dylann Roof ku qirkirina dêreke reşan li bajarê Charleston ya Carolina Başûr pêka anîbû, bi neh tawanan kuştinkarîyê doz vekirin.

Rêvebirên polîsên li Charleston dibêjin, dozeke din ya cezayî hember bergumanê 21 salî hatiye vekirin, bi sedema ku çekê wî bê destûr e.

Li ber e Roof îro jibo biryardana daxwaza kefaletê derkeve pêş dadgehê.

Karbidestên federalî biryar dabûn ku lêpirsîneke federalî ya tawanên kîndarî (nefret) li hember êrîşa roja Çarşemê vekin.

Di êrîşê de 9 kes hatibûn kuştin, jmareke kesên din jî birîndar bibûn.

XS
SM
MD
LG