Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CIA Dibêje Amerîka Nikare Gefa Karanîna Çekên Navokî Sivik Bigire


William Burns, Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) ya Amerîka
William Burns, Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) ya Amerîka

Serokê Ajansa Îstixbarata Navendî (CIA) ya Amerîka William Burns dîyar kir ku gefa Rûsya ya ser karanîna çekên navokî yên li Ukrayna divê bi rengekî cidî were nirxandin û nabe ku ev gefa Rûsî sivik were dîtin.

Lê, Burns got ku CIA'yê heya delîlên pratîkî yên ku van fîkaran xurt bikin, nedîtine.

William Burns ji dema ku Rûsya di 24'ê Sibatê de Ukrayna dagir kiriye vir ve cara yekê ye ku şîroveyên wiha berfireh dide û ew di êrîşa herî mezin dijî dewleteke Ewrupî ya ji 1945'an vir ve de, xeterîya karanîna çekên navokî destnîşan dike.

Serokê CIA Burns roja Pêncşemê li zanîngeha Georgia Tech ser "bêhêvîbûna Potansîyel" gotareke pêşkeş kir û behsa şerê li Ukrayna kir.

Wî di axaftina xwe de ragihand ku serokê Rûsya Vladamir Putin rûbirûyê astengî û dijwarîyan e; jiber ku hêzên Putin li Ukrayna zararên giran dîtine û piştî ku wan nikarîbûn Kîevê bi dest bixin, neçar man ku ji hin heremên bakurê Ukrayna vekişin.

"Jiber wan sedeman, nabe ku ti kes ji me gefa ser karanîna çekên navokî yên taktîkî yan yên kêm-hilberî bi sivikî binirxîne," Burns got.

Burns bi berdewamî da zanîn ku CIA'yê heya niha di derbarê vê gefa Rûsan de, delîlên cidî nedîtîye, tevi gotara retorîkî ya Kremlînê ku dibêje wê cebilxaneya navokî ya herî mezin ya cîhanê, danîye ser asta hişyarîya bilind.

"Me gelek delîlên pratîkî yên cûreyên wek bicîhkirin yan damezrandinên leşkerî nedîtine ku van fîkaran xurt bikin," Burns got.

Wî ragihand ku ajansên sîxuriyê yên Amerîkî payîza borî, ser plana Putin ya bo 'dagirkirina nû ya mezin' li Ukrayna, dest bi berhevkirina îstixbarata 'bi fîkar û hûrgulî' kiribûn.

Burns got ku Serok Joe Biden ew di meha Mijdarê de şand Moskowê; 'da ku rasterast ji Putin û şêwirmendên wî yên herî nêz re kûrahîya fîkarên me yên ser plansazîya wî ya şer û encamên bo Rûsya re ragihînim.'

"Ez ji tiştên ku min bihîstim aciz bûm," Burn got û ragihand ku di wê demê de dibe ku Putin dibe hîn biryara xwe ya dawî nedabû, lê ew bi bawer bû ku hêzên wî ewê "bi lêçûnên hindiktirîn bigehîjin serkeftinek dîyarker ya bilez."

Wî dîyar kir ku Putin bawer dikir ku hevalbendên Ewrupî yên Washingtonê, bi sîyaseta xwe ya navxweyî mijûlin û Rûsya dijî toleyên Rojavayî xwedîyê hebûna diravên biyanî ya xurt e.

"Hat piştraskirin ku her yek ji van xalên hesabên Putin, xelet bû," Burns got.

Burns anî ziman ku Putin di nava gazincan, negiheştina armancan û bê ewlehîyê de di zorê de peliqî bûye û herwiha wî bi rengekî eşkere dît ku pencereya bo şekildana Ukrayna ya ji Rojava dûr, tê girtin.

Wî dîyar kir ku îstixbaratên Amerîkî bo berxwedana Ukrayna dijî hêzên Rûsî pir girîng e.

Cîgirê serokê encumena ewlekarîya Rûsya Dmitry Medvedev roja Pêncşemê hişyarî da NATO'yê ku Moskow wê çekên navokî û mûşekên hîpersonîk li Kaliningrad, hereme Rûsî ya pir nêzî axa Ewrupayê, bicîh bike; heke Swêd û Fînlandiya tevlî hevalbendîya Atlantîk NATO'yê, bibin.

Ji alîyê din ve Burns di axaftina xwe de Çîn jî mîna hevrikek dijwar bi nav kir û got ku Çîn dixwaze di her warî de ji Amerîka di pêş de cîh bigire; ji hêza aborî û leşkerî bigire heya xebatên esmanî û qada sîber.

Burns ragihand ku armancên Çînê yên di bin serok Xi Jinping de "gelekî gefdar" in û wî got ku îhtîmala ku Pekîn bi rêyên leşkerî Taywanê kontrol bike, heye.

XS
SM
MD
LG