Seroka Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Gina Haspel dê îro bi endamên payabilind yên Civata Senatoran re bicive.
Haspel dê di civînê de ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî agahîyan bide.
Xêncî rêberên Demokrat yên Komarî yên Civata Senatoran dê serokên komîteyên ewlekarîya neteweyî û endamên payabilind jî beşdarî ciînê bibin.
Haspel, hefteya borî beşdarî civîna ku Wezîrê Derve Mike Pompeo û Wezîrê Berevanî Jim Mattis bi senatoran re ser kuştina Xaşiqcî li dar xistibûn, nebûbû.
Endamên her du partîyan jî CIA jiber beşdarnebûna civînê rexne kiribûn