Cîgirê Serokê Venezuela Tareck El Aissami, ku berpirsê aborîya wî welatî ye, bi vîrusa korona ket.
El Aissami ji Twitterê da zanîn ku ew ketiye karantînê.
‘’Ez xwe li Xwedê û jîyanê digirim û dikevim vî şerî, çinku emê bi ser kevin.’’ El Aissami nivîsî.
Serokê Venezuela Nicolas Maduro jî di Twitterê de ji El Aissami xwest ku bi hêz be, û dîyar kir ku ewê bo jîyaneke saxlem bi ser kevin.
Li Venezuela heta niha bi qasî 9000 kes bi vîrusa korona ketine û 80 kes bi wê mirine.