Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Amerîkî Serdana Îraqê Dike


Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî (çep) û Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden li Bexda, Pêncşembî, 13 meha 1, 2011.
Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî (çep) û Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden li Bexda, Pêncşembî, 13 meha 1, 2011.

Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden roja Pêncşenmbî serdana Îraqê kir jibo encamdana kombûnan bi rêberên hikûmeta nû ya Îraqî re li ser paşeroja leşkerê Amerîkî li Îraqê, di demekê de ku hêzên Amerîkî xwe amade dikin li dawiya vê salê li Îraqê bihêne vekêşan.

Serdana birêz Biden, yekem serdana karbidestekê bilindê Amerîkî ye piştî damezirandina hikûmeta nû ya Îraqê li meha bûrî.

Karbidestên Îraqî dibêjin, çaverê dihête kirin pirsa mana jimareka serbazên Amerîkî li Îraqê piştî roja 31 meha 12 ya sala 2011, pirsa serekî ya kombûna birêz Biden be ligel Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî û Serokê Îraqî Celal Talebanî.

Cîgirê Serokê Amerîka her wiha ligel rêberên din yên Îraqê kom dibe, ji wan serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî û Ayad Allawî.

XS
SM
MD
LG