Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakbûna Volkana La Palma Ya Îspaniyayê Dom Dike


Herikîna pêlên agirî û kadûya reş ya ji volkana çalak li girava Îspanyayê La Palma, li peravên bakurrojavayê Afrîkayê, ji 19ê Îlonê êreve berdewam dike.

Desthilatdarîya balafirgeha Îspanyayê ya jibo Giravên Kanaryayê roja Pêncşemê dîsa balafirgeha li giravê girt jiber xwelîya volkana çalak.

Meha borî jî carekê balafirgeh ji ber xwelîyê hatibû girtin.

Zanyarên ku teqîna Cumbre Vieja dişopînin, dibêjin ku teqîn nehatîye pêşbînî kirin. Çend roj berê ew bêdeng bû, lê di destpêka vê heftîyê da ew dîsa çalak bû.

Navenda Lêkolînên Erdnasîyê ya Alman, ku tîmek şandibû La Palma, got ku pelên agirî li giravê 6,300 metre dirêj e, ji 1000 metreyî firehtir e, û heta 25 metryan jî stûr e.

Jiber teqîna volkanê zêdetirî 6,000 ji 85,000 rûniştevanên La Palma neçar man ku cihê xwe berdin. Girav beşek ji koma Giravên Kanaryayê ye ku li peravên bakurê rojavayê Afrîkayê ye.

XS
SM
MD
LG