Heba Pfizer ya nû ya dijî vîrusa koronayê di ceribandinê de riska ketina nexweşxanan û ya mirinê bo mezinên riska nexweşîyê bilind nêzîkî 89 ji sedê kêm kiriye.
Dane dîyar dikin ku Di tevahiya kesên lêkolînê de heta roja 28an, nexweşên ku heba Pfizer ya nû PAXLOVID werdigirt çi mirin nehatine ragihandin.
Heba Pfizerê roja Pêncşemê ji alîyê hikûmeta Brîtanyayê ve hatibû erê kirin.
Pfizer plan dike ku daneyan pêşkêşî Rêvebirîya Xwarin û Dermanan (FDA) bike ku heb di zûtirîn demê de li Amerîkayê jî were pejirandin.