Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn bi Buhayê 45 Milyar Dolaran Hinartên Amerîkî Dikire


Çîn bi Buhayê 45 Milyar Dolaran Hinartên Amerîkî Dikire
Çîn bi Buhayê 45 Milyar Dolaran Hinartên Amerîkî Dikire

Çîn li ser rêkeftineke hinartê, buhayê 45 mîlyar dolaran, ligel kompanyayên Amerîkî razî bûye. Di çarçova vê rêkeftinê de Çîn 200 firokên Boeing buhayê 19 milyar dolaran dikire.

Berî ragihandineke fermî, karbidestekî pilebilindê Seraya Sipî roja Çarşemê got, rêkeftinên bazirganîyê dê hijmarek berfireh ya berheman bigre xwe, wek mizaxtina sermayê di warên kêmiyî, çandinî û teknolojîyê de. Wî karbidestî da zanîn ku rêkeftin dê qazancê bigehînin 70 kompanyayan li 12 wilayetên Amerîka û dê piştgîriya 235,000 karan bike.

Wek pişkek ji wê rêkeftinê, Çînê her wusa da zanîn dê 3 milyar dolaran jî jibo mizaxtina sermayê kompanyayên Çînî li Amerîka zêde bike.

Dengûbasên wê rêkeftina bazirganîyê di demekê de tê ku serokê Amerîka Barak Obama û serokê Çînê Hu Jintao li Seraya Sipî civîneke bilind dikin.

XS
SM
MD
LG