Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Ew bi Baldarî Emaîlên Ser Cudaxwazên Tayvanê Dinêre


Hikûmeta Çînê îro Çarşemê ragihand ku ewê bi baldarî li wan e-nameyan binêre ku ser kiryarên ‘’cudaxwaz’’ yên li Tayvanê ji wan re hatine.

Hikûmeta Çînê got ku sedem tuneye ku mirovên rind di vê rewşê de bkevin fikaran.

Çîn, tevî bertekên tund yên hikûmeta Taipei jî Tayvan ya bi awayekî demokratîk tê bi rêve birin axa xwe dihesibîne.

Pekîn dijî wan kesên ku bi ‘’cudaxwazî’’yê tawanbar dike kempeyna xwe berfireh kir û meha Hezîranê li hember ‘’cudaxwazên tund’’ gefên bidarvekirinê xwarin.

Meha Tebaxê, Pekînê ser gilîkirina sûcên wan kesan adreseke e-nameyan ragihand.

Berdevkê Ofîsa Karên Tayvanê ya Çînê Che Binhua li Pekînê di preskonferanseke rutîn de li ser pirseke derbarê sîstema e-nameya nû got ku ew tedbîr jibo kêmîneyeke pir biçûk hatiye girtin.

Binhua dîyar kir ku piştî vekirina adresa e-nameyê mirovên li her du alîyên Tengava Tayvanê bi kiryarên pratîk bersîv dane.

Wî got ku ew kiryarên pratîk nîşana daxwazên hevbeş yên mirovên li her du alîyên tengavê ne.

Hikûmeta Tayvanê dibêje bi tenê gelê giravê dikare ser siberoja xwe biryarekê bide û kempeyna nû Çînê şermezar dike.

Hikûmeta Tayvanê bang li gelê xwe dike ku xêncî karên mecbûr serdana Çînê nekin, lê Pekîn dibêje ev ‘’banga bê wate’’ fikaran çêdike.

Çîn dijî rêberê Tayvanê Lai Ching-te nefreteke taybet nîşan dide, lê ew nexistiye lîsta ‘’cudaxwazên tund’’ ku di wê lîstê de Cîgirê Rêber Hsia Bi-khim, Wezîrê Berevanî Wellington Koo hene.

Lai jimareke caran xwest bi rêvebirên Pekînê re bicive, lê daxwazê wê her carê hat red kirin.

Ew hin caran jî dibêje divê ew li hember gefên cîranê wan yê xurt berevanîya xwe xurt bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG