Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

4 Polîsên Çînî li Pêş Dadgehê ne


Li Çînê 4 karmendên polîsan derektin pêş dadgehê, bi sedema ku qaşo wan alîkarîya hevjîna sîyasetvanê rûreşkirî Bo Xilai kirine hewl daye ku kuştina karsazekî Britanî veşere.

Ew 4 karmend karbidestên paya bilind yên li bajarê Chongqing bûn, di heman demê de ku Bo jî serokê Partîya Komunîst bû li heman bajarî.

Xanim Guyî Kailai do Pêncşemê jî bi tawana kuştina karsazê Britanî Neil Heywood, derketibû pêş dadgehê û haşa nekirîbû ku wê ew kuştinkarî pêk anîye. Rûniştina dagehê ku 7 demjimêr berdewam kir, li paş derîyên girtî hate kirin.

Karbidestên hikûmetê dibêjin, ew dê biryarê di nav çend rojan de ragihînîn.

Parêzerê her 4 karmendan Mo Shapping got, li Çînê jibo tawanên vî rengî, heta 15 sal cezayê zindanê tê dayîn.
XS
SM
MD
LG