Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Hin Danûstandinên bi Amerîka re Radiwestîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku Çîn di hin qadan de hevkarîya bi Amerîka re rawestandiye.

Reutersê dîyar kir ku Çînê jiber serdana Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi ya li Taywanê hin hevkarîyên bi Washingtonê re sekinandine.

Bi biryara dawî, dîyaloga di navbera fermanderên payabilind yên Çîn û Amerîka jî sekinîn.

Wezareta Derve ya Çînê da zanîn ku wan 8 tedbîrên taybet ragihandine.

Bi tedbîran danûstandinên ser îqlimê û hevkarîya bo bi şûnde şandina koçberên qaçax jî rawestîyan.

Serokê Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi roja Sêşemê serdana Taywanê kiribû.

Pelosi li wir dabû zanîn ku ewê Taywanê bi tenê nehêlin û hevkarîya bi wê re berfirehtir bikin.

Taywan dîyar dike ku ew welatekî serbixwe ye, lê Çîn wê wek parçeyeke axa xwe dibîne.

XS
SM
MD
LG