Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku Çîn vîzayên hin karbidestên Amerîkî sînordar dike.
Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Derve ya Çînê ragihand û dîyar kir ku wî welatî ser biryara Amerîka ya bo sînordarkirina hîn karbidestên Çînî bersîv daye.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di rojên borî de gotibû ku hin berpirsên Çînê li hember ‘’pêkhateyên olî û nijadî bi awayekî zordest’’ tevgerîne û dîyar kiribû ku vîzayên wan berpirsan hatine sînordar kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye, di demên dawî de şerê Rûsya û Ukrayna jî bandor li peywendîyên Amerîka û Çînê kirine.
Amerîka û welatên rojava ji Çînê dixwazin ku di şerê Rûsya û Ukrayna de piştgirîyê nede Moskowê.
Berpirsên Rûs yên bi toleyên rojava re rûbirû mane dibêjin ku peywendîyên wan yên bi Çînê re di asta herî rind de ne.