Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Vîrusa Korona Heta Niha 490 Kes Kuştin


Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku di 24 saetên dawî de 65 kesan jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Bi vî awayî, li Çînê hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bû 490.

Karbidestên Çînê didin zanîn ku vîrusa korona li seranserê welêt ketiye canê 24324 kesan.

Vîrusa ku li Wuhan ya Çînê derket heta niha derbazî 27 welatên din bûye.

Li derveyî Çînê, yek li Hong Kongê yek jî li Fîlîpînê 2 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Du kompanîyên firînê, American Airlines û United Airlines, jiber mirina bi vîrusa korona ya li Hong Kongê firînên ber bi wî welatî ve rawestandine.

XS
SM
MD
LG