Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Talîban Dixwaze bi Cîhanê re Dîyalogê Çêke


Şandeyên Çîn û Talîbanê li Doha
Şandeyên Çîn û Talîbanê li Doha

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi dîyar kir ku Talîban dixwaze bi civaka navneteweyî re dîyalogê çêke.

Wang Yi ew minêkarîya ser Talîbanê di konferanseke li Îranê de ragihand.

‘’Daxwaza Talîbanê heye ku bi cîhanê re dîyalogê çêke.’’ Wang Yi got.

Wî da zanîn ku Çîn dê di demeke guncaw de bo civîna cîranên sêyan yên Afganistanê mazuvanîyê bike.

Wezîrê Çînî bang li civaka navneteweyî kir ku bo pêşdeçûna gelê Afganistanê alîkarîyê bike.

XS
SM
MD
LG