Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Çîn û New Zealandê Ser Pasîfîkê Axifîn


New Zealand Ukraine War

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku wezîrên derve yûn New Zealand û Çînê derengê roja Duşemê axifîne.

Reutersê ragihand ku wezîrên her du dewletan derbarê rola Çînê ya li Pasîfîkê danûstandin kirine.

Bandora Çînê ya li herêmê roj bi roj zêde dibe bo New Zealand û hevbendên wê fikaran çêdike.

Bi taybetî peymanana Çîn û Giravên Solomon ya ser ewlekarîya fikarên New Zelandê zêdetir kirin.

Wezareta Derve ya New Zealandê dîyar kir ku ew dê piştgirîyê bidin Foruma Giravên Pasîfîk û giranîya bidin ser çareserkirina kêşeyên herêmê.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi jî da zanîn ku ew bo peywendîyên New Zealand û giravên herêmê rêzê digirin û got ku ew dixwazin ku hevkarîya bi wî welatî re xurttir bikin.

Wang dîyar kir ki danûstandinên wan yên bi giravên herêmê re ser xurtkirina hevkarîyê ye.

Reutersê da zanîn ku Wezîra Derve yê New Zealandê Nanaia Mahuta jî ji hemtayê xwe re behsa kêşeyên mafên mirovan yên li Çînê kiriye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG