Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Sêqolî li Kabul


Afganistan, Pakistan û Çîn

Afganistanê roja Şemiyê Mazovaniya civînek Sêqolî kir ya ku Pakistan û Çîn di beşdarin li paytext Kabul pêkanî.

Armanca civînê xurtkirina têkiliyên bazirganî û rizgararkirina herêmê ye ji nakokî û duberiyên tên dom kirin.

Şahusain Murtazawî, cîgirê berdevkê serokê Afganistanê ragihand ku Şemiyê şandên hersê welatan li Kabul kom bûn, ewê hemû mijarên girêdayî pirsên aborî û şerê li dij terorê behis bikin.

Civîna Duyemîne di navbera hersê welatên cîran de li herêmê tê encam dan.

Wezîrê derve yê Pakistanê Şah Mohamed Qureişî ev cara Duyemîn e di civîna Kabul de beşdar dibe ji dema gihaye desthilatê di hikûmeta nû ya Pakistanê de.

Afganistan û Pakistanê gelek caran hevdu tawanbar kirîye bi piştevanîkirina Talîbanê û grûbên din yên çekdar ku êrîşên çekdarî li ser sinorê herdu welatan pêktînin.

Ji hejî bîr xistinê ye ku Çîn milyaran dolar dane Pakistanê û wî weke hevkarê herî nêzîk dibîne, Çîn bi armanca ku têkiliyên wan yên aborî xurt bibin û Pakistan hêjî nêzîkî xwe bike li Asya.

XS
SM
MD
LG